# started 2014-09-02T08:16:19Z "Mafên Mirovan mafên gerdûnî ên mirovan in, bê liberçavgirtina sîstema dadwerî an hokarên dî ên mîna qewmiyet, netewe, dîn an bawerî.Hizra mafên mirovan ji têgeha felsefî a mafên xweriskî hatiye. Hindek bawerin ko ji xwe mafên mirovan û mafên xweriskî her yek in û çi cidadî di navbera wan da nîne, lê hidek jî bi awayekê eşkira cidatiyê diêxin nav wan da. Her wekî di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan da hatî, têgeha mafan li ser kerameta gewherîn a mirovan hatiye avakirin.Hebûn, rewayî û naveroka mafên mirovan hêşta jî cihê gengeşeyên gerim ên siyasî, felsefî û civakî ye. Bi awayekê qanûnî, mafên mirovan di qanûna navneteweyî û di peymanan da û paştir jî di qanûnên navxweyî a hatine diyarkirin. Bi ser vê ra jî, carina mafên mirovan ji astê qanûnî derbaz dibit û awayê têgeheka exlaqî werdigirit û dibit binaxeyê hemî têkhiliyên mirovan bi hevdu ra."@ku . "Huner, bi awayekî estetîkî û bi şeklên (awayên) cihêreng, îfadekirina hest, raman, pêşnûma an jî spehîtiyekê (delalî) ye. Bi awayekî cihêreng şekildan û dîmendarkirina yên spehî (delal) ye. Çand Fîlm / Sînema Muzîk Şano Wêje Wênesazî Xêzik"@ku . "Melayê Batê, Mela Hisênê Bateyî (z. 1417 − m. 1491) nivîskarekî klasîk ê kurd bû. Navê Melayê Bateyî yê rastîn Husên e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandın ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine. Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Nivîskarê Dîwana Kurmancî Evdireqîb Yûsiv jî dibêje ku navê wî \"Huseyn\" e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv \"Huseyn\" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e[çavkanî pêwîst e]. Dibe ku navê wî \"Hesen/Huseyn\" be û \"Ehmed\" jî leqeba wî be."@ku . "Dîrok an jî mêjû, vekolîna zanistî ya bûyer û rewşên siyasî, aborî û civakî yên demên borî ye. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in."@ku . "Microsoft yek ji şirketên Navneteweyî yên herî mezin li dinyayê ye. Ev şirket di warê teknolociyaya kompyoterê dixebitit û hersal bihayê zêdetir ji 44.28 hezar milyon (bilyon) Dolarên Emrîkî berhemên corane li seranserî cîhanê difroşit û heta heyva Xêveya (Hizîrana) 2006ê zêdetir ji 71,553 karmendan li 102 welat û herêmên cîhanê hebûn. Berhemên Microsoftê berî her tiştî bernameyên ji bo kompyoteran in. Berhemên Microsoft yên herî bi nav û deng sîstemên xebitandinê DOS û Microsoft Windows û bernameya karûbarên nivîsandinê Word in. Sazumankar û xwediye Microsoftê Bill Gates e."@ku . "Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizîrî ziyaretgeh e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin."@ku . "Ehmedê Xanî (z. 1650 - m. 1707) wekî Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e."@ku . "Rohat Alakom (z. 13'ê gulanê, 1955 Qebaqom, Kaxizman) nivîskarekî kurd e."@ku . "Windows (bi inglîzî şibake), sîstemeke xebitandinê ya komputer e. Ji ber ku qutuyên wekî şibake bi kar tîne, navê wê 'Windows' bû. Numuneya sîstemeke bê şibakeyê DOS e.Wîndows berhemek şirketê Microsoft e.Reqebetkarek ji bo Windows sîstema Linux e.Microsoft Windows ne nivîsbariya azad e."@ku . "Dîroka Kurdistanê, destpêka wê, diçê hate deme Sumeriyan û hwd. Piştî Sumeriyan re, deme Babil û Aqadiyan û pişt wê re deme duyemin ya Sumeriyan li ber Diclê û Firatê dijî. Piştî wan deman re, birêzê li dûv hevdû, demên Urî, Hûrî û Mîtaniyan, Gûtî û Naîriyan dtêne jîn kirin. Piştî deme Naîriyan re, wê dem, were deme Mediya û ji wê demê jî wê were piştî zayînê dema Şadadiyan, Merwaniyan û deme Eyûbiyan û hwd. Ev dem, bi rêz li dûv hevdû demna dîroka Kurdistanê yên dewletî na.Dîroka Kurdistanê, li herêmê bi pêşveçûn û pêşketinên xwe re dîroka heerêmê jî ji binî ve kifş dike. Ji ber vê yekê, fahmkirina wê, wê ji aliyê ve bê temenê baş û qanc fahmkirna herêmê."@ku . "Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji aliye Neteweyên Yekbûyî di 10'ê berfanbara 1948'an de hate pejirandin. Ev danezan bû belgeyeke bingehîn ji bo tekoşîna mafên mirovan di hemû cîhan da."@ku . "e-Pirtûk: (eBook, eBooks, e-books, Ebooks...) dikare versiyona dîjîtal ya pirtûkeka liserkaxezêweşandî yan her pirtûkeka bi awayekê dîjîtal û multîmedîal amadekirî be. Herwiha ew dikare aparateka xwendina pirtûkên elektronîk be: wekî Rocket eBook yan Pocket PC.Çend Formatên ji bo e-pirtûkan \"LIT\", PDF û RB ne.POD (Print on demand): Çapa li ser daxwazê, Print on demand, awayekê nû yê weşandina ePirtûkan e. Faylên dîjîtal yên ePirtûkan li nik çapxaneyan hene û gava ko mirov bixwaze mirov dibêje ka ji filan pirtûkê hewqes hejmaran ji min re çap bike. Yanî dibe ko mirov yekê tenê bixwaze û hingê ew yekê tenê ji mirovî re çap dikin.Binêre jî: Listeya e-pirtûkên Kurdî Lîsteya e-pirtûkxaneyên Kurdî"@ku . "Elî Herîrî (anku, 'Elî Herîrî an jî E'lî Herîrî (1009/10-1077/78) nivîskarekî klasîk ê kurd e. Li gor rojhilatnas û kurdologê rus Alexander Jaba Elî Herîrî di sala 400'î ya koçî (1009/1010'ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye. Elî Herîrî bêgoman yek ji helbestvanên pêşî yê kurmancî ye. Dîsa li gor heman jêderê Elî Herîrî di sala 470'yî ya hicrî de (ku teqabilî 1070'yê zayînî dike) rehma xwedê kiriye.Dîsa wisa diyar e ku lêkolînên rojhilatnasa ferensewî Joyce Blau tekûztir in. Li gor Alexander Jaba [çavkanî pêwîst e] Elî Herîrî sala 1425'an ji dayik bûye û sala 1495'an jî çûye ser dilovaniya xwe. Dîwana wî li Kurdistanê tê nasîn. Hinek helbestên Elî Herîrî ji aliyê rojhilatnasê alman Albert Sosin û rojhilatnasê sovyetî M.B. Rudenko ve hatin weşandin. Va ye beşek ji helbesteke Elî Herîrî:"@ku . "William \"Bill\" Henry Gates III [ˈwɪljəm bɪl ˈhɛnɹɪ geɪts] li 28'ê kewçêrê 1955an li bajêrê Seattle li wilayetê Washingtonê hatiye ser dinyayê. Ew tev-hîmdaner, serok, kevne mezin-endazyarê nermamrazan yê şîrketa Microsoftê e. Her wiha, ew damezrînerê şîrketa Corbis ya arşîvkirina wîneyên dîgîtalî e. Li goreyê lîsteya Bilyonerên Cîhanê ya Kovara Forbesê, Gates zilamê herî dewlemend ê cîhanê li van 12 salên bihurî ye. Li sala 1999ê, ji bo heyamekê dewlemendiya Gates ji 100 bilyon dolarên Emrîkî bihurî û bi vî awayî Gates bû sedbilyoniyê yekê di dîrokê da. Li goreyê Kovara Forbes 2006ê , Gatesî niha zêdetir ji 50 bilyon dolaran hene. Malbata Gates bi dû malbata Waltonî malbata herî zengîna cîhanê e.Gates yek ji bernyastirîn sermayedarên şoreşa Komputera kesanî e. Ew bi berfirehî ji ber dûrbînî û meraqa karî cihê rêzê e. Hindek kes jî rexneyan lê dikin ko bi awayên nedadwerane û bêqanûnî şîrketa Maykrosoftê avakirîye. Piştî komkirina serweta xwe, di gelek karên mirovxwazane da Gêytsî gelek pare (nêzîkî 50 % ji malê xwe) bi rêya Binyatê Bîl û Melînda Gatesî, ya ko li sala 2000ê hatiye damezrandin, daye rêxistinên xêrxwaz û lêkolînên zanistî."@ku . "Ziman awayê gotin û ragîhandina di navbera mirovan de ye."@ku . "Cegerxwîn bi navê xwe yê fermî Şêxmûs Hesen (z. 1903 li gundê Hesarê, Kercos − m. 22'ê kewçêrê 1984'an li Stockholmê), yek ji helbestvanên herî mezin yên gelê kurd e."@ku . "Rojnameya Kurdistan, yekemîn rojnameya bi kurdî ye.Rojnameya Kurdistan di 22’yê avrêla sala 1898'an de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê, li paytexta Misirê dest bi weşana xwe kiriye. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistan îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî û herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke destpêka rojnamegeriya kurdî tê qebûl û pîroz kirin."@ku . "Microsoft Reader programa belaş ya Microsoftê ye û ji bo xwendina e-pirtûkan e. Microsoft Reader di kompûterên PC û Pocket PC de dixebite. Ev program teknîka ClearType bi kar tîne da mirov bikare di ekranên LCD de e-Pirtûkan bi rehetî bixwîne.Fontên ku Microsoft Reader bi kar tîne ev in: Berling Antiqua Frutiger Linotype Lucida Sans Typewriter"@ku . "Feqiyê Teyran (1307-1375, 1302-1375, 1590−1660) yek ji helbestvanên kurd yên mezin û klasîk e."@ku . "Kurmancî an kurmanciya jorîn yek ji zaravayên zimanê kurdî ye.Zaravayê kurmancî zaravayê kurdî yê ku herî zêde tê bikaranîn e. Zaravayê kurmancî li beşeke mezin ji bakurê Kurdistanê, li başûr rojavayê Kurdistanê, li bakurê Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê), li bakurê rojhilatê Kurdistanê, li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav Kurdên Qafqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyazporayê (Ewropa) pê tê axaftin."@ku . "Partiya Karkerên Kurdistanê yan jî bi kurtî PKK (Pêkêkê), di 27'ê sermawezê 1978'an de li gundê Fîs (Lîce/Amed) bi beşdarbûna 23 kesî kongreya damezirandinê pêk anî. PKK wekî partiyeke marksîst-lenînîst hat damezrandin. Navê PKK'ê ji aliyê Ferhat Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin. Sekreterê giştî (piştre seroke giştî) yê PKK'ê Abdullah Öcalan bû. Niha (2012) rêvebertiya PKK'ê Mirad (Murat) Karayilan dike[çavkanî pêwîst e]."@ku . "Sedam Huseyn Ebdelmecîd el-Tikrîtî an bi kurdtasî Sedam Huseyn (bi erebî: صدام حسين عبد المجيد التكريتي, Ṣaddām Ḥusayn ʿAbd al-Majīd al-Tikrītī) di sala 1937'an de li bajarê Tikrîtê ji malbateke xizan hate dinê.Piştî mirina bavê xwe, ji aliyê dayika xwe û hizmên xwe ve hate mezin kirin. Sedam di ciwaniya xwe de beşdarî nava refên Partiya Ba'sê bû. Ba's wê demê li hemberî emperyalizmê derdiket û azadî û serxwebûna netewî diparast [çavkanî pêwîst e]. Sedam di sala 1956'an de li hemberî desthilatdariyê derbeyek kir lê ev derbe bi ser neket. Piştî vê yekê Sedam bi sûcdariya ku dê Serokwezir Abdul Kerîm Hassam bikûje ji Îraqê reviya. Di sala 1963'an de li Îraqê Partiya Ba'sê bi ser ket û ew jî wegeriya Iraqê. Wê demê bi xwarziya xwe Sacîdeyê re zevicî û jê sê 3 heb qîz bû bawê 5 zarokan. Piştî demekê di navbera partiyê û Sedam de nakokî derketin û ew hate girtin. 1968'an de derbeyeke din hate kirin û bi vê derbeyê re ji girtîgehê derket. Pişt re kete nava Lijneya Konseya Şoreşê ya Ba'sê. Di sala 1979'an de bi darbeyekê desthilatdarî bi dest xist û muxalîfên xwe perçiqand. Sedam Huseyn pergeleke zordest afirand û ew bi îstihbaratê xwe xurt kir.Sedam di 16'ê adara 1988'an de li hemberî kurdan, li bajarê Helebceyê komkujiyeke mezin pêk anî û bi bombeyên kîmyawî pênc hezar kurd kuştin.Di sala 1980'yî de Îraqê bi Îranê re şer îlan kir û hêzên Sedam herema avî ya Şetelereb bi dest xistin. Şerê di navbera Îran û Îraqê de 8 salan dom kir û bi sedhezaran kesî di vî şerî de jiyana xwe ji dest da. Dema ku şer bi dawî bû herdu alî jî di cîhê xwe yên dest pêkê de bûn. Piştre Sedam di 2'yê gelawêja 1990'î de Kuvveşt dagir kir. Li ser wê yekê gelek welatên cihanê bi pêşengiya DYA'yê li dijî Îraqê şer îlan kirin. Di 16'ê berfanbara 1990'î de li ser Îraqê bombe bariyan. Şer heya 27'ê reşemiya 1991'an domiya. Piştî bûyerên 11'ê Rêzberê dîsa çaw zivirîn ser Sedam Huseyn. Di dawiyê de DYA û Îngiltereê di avrêla 2003'an de, bi angaşta çekên nukleer careke din li dijî Îraqê dest bi şer kirin. Hêzên koalîsyonê, di 10 avrêlê de ketin paytexta Iraqê Bexdayê û peykerê Sedam Huseyn