# started 2014-08-16T14:17:54Z "Mafên Mirovan mafên gerdûnî ên mirovan in, bê liberçavgirtina sîstema dadwerî an hokarên dî ên mîna qewmiyet, netewe, dîn an bawerî.Hizra mafên mirovan ji têgeha felsefî a mafên xweriskî hatiye. Hindek bawerin ko ji xwe mafên mirovan û mafên xweriskî her yek in û çi cidadî di navbera wan da nîne, lê hidek jî bi awayekê eşkira cidatiyê diêxin nav wan da. Her wekî di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan da hatî, têgeha mafan li ser kerameta gewherîn a mirovan hatiye avakirin.Hebûn, rewayî û naveroka mafên mirovan hêşta jî cihê gengeşeyên gerim ên siyasî, felsefî û civakî ye. Bi awayekê qanûnî, mafên mirovan di qanûna navneteweyî û di peymanan da û paştir jî di qanûnên navxweyî a hatine diyarkirin. Bi ser vê ra jî, carina mafên mirovan ji astê qanûnî derbaz dibit û awayê têgeheka exlaqî werdigirit û dibit binaxeyê hemî têkhiliyên mirovan bi hevdu ra."@ku . "Huner, bi awayekî estetîkî û bi şeklên (awayên) cihêreng, îfadekirina hest, raman, pêşnûma an jî spehîtiyekê (delalî) ye. Bi awayekî cihêreng şekildan û dîmendarkirina yên spehî (delal) ye. Çand Fîlm / Sînema Muzîk Şano Wêje Wênesazî Xêzik"@ku . "Melayê Batê, Mela Hisênê Bateyî (z. 1417 − m. 1491) nivîskarekî klasîk ê kurd bû. Navê Melayê Bateyî yê rastîn Husên e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandın ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine. Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Nivîskarê Dîwana Kurmancî Evdireqîb Yûsiv jî dibêje ku navê wî \"Huseyn\" e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv \"Huseyn\" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e[çavkanî pêwîst e]. Dibe ku navê wî \"Hesen/Huseyn\" be û \"Ehmed\" jî leqeba wî be."@ku . "Meqeleya \"Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin\" ya Celadet Alî Bedirxan di kovara \"Hawar\"ê de.Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya \"klasîk\"ê hûr bibin. Ji ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de şahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û şahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û şahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yani gelek isûl û şikilperest bûn. Ji edebiyatê pê ve ji her tiştî re ko di wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçi bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmariya klasîk jî heye. Xulase herçi fen û sinhetên ko bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin. Gelo di edebiyatê de klasîkên kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paş xwe ve çi eser hiştine ?Bersiva vê pirsiyariyê ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe ji eserên beriya islamiyetê hesêb tiştek ne maye. Piştî islamiyetê ji nav kurdan gelek şahir, edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herçî şahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî, Nefhî û Fizûlî her sê jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zmên û çêtir kêfa xwe ji pirsên erebî û farisî re anîne. Digel vê hindê ev çend eserên ko pêşiyan ji me re hiştine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî edebiyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî dikeve rêza pêşîn. Di rohelatê nîzing de folklora tu miletî ne gihaştiye dereca folklora me. Herçî klasîkên me, herwekî me got ev behseke dirêj û zehmet e, û jê re wextekî fireh divêt. Ev ne îşê bendekê an du bendan e. Heke îro em vê bendê dinivîsînin mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiştekî tekûz bi ser xin. Di vê bendê de emê bê awerteyî qala hemî şahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê şahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê. Di vê babetê de di destên me de tu wesîqe nînin. Tiştên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji şêxê rehmetî, Evdirehmanê Garisî bihîstine. Ji milê din di kitêba kurdîzanê ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyeta kurdî hin not hene. Jaba ji melakî kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. [Mebest ji Melayê kurdmanc Mele Mehmûdê Bayezîdî ye û di wê demê de Celadet-Alî Bedir-Xanî nedizanî ka navê wî melayî çi bû. Mele Mehmûdê Bayezîdî gelek destnivîs û belgeyên dî jî dane Alexander Jabayî, ravekirina Arif Zêrevanî.] Ewî melayî di benda xwe de qala tarîxa bûn û wefata her şahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela di van tarîxan de şaş e. Melê ew bêî ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe de û bi texmîn gotine, û li hev siwar kirine. Digel vê hindê em gotinên melayê Jaba weke xwe diguhêzînin stûnên xwe. Di benda melê de tiştine xelet hebin jî ew bend di celebê xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanî gotiye: »Kurdmancî ye ew qeder li kar e« . Elî Herîrî Melayê Cizîrî Feqiyê Teyran Melayê Bate Axayê Bêdarî Ehmedê XanîExmedê Nalbend Smaîlê Beyazîdî Şerefxan Miradxan Siyehpûş Axayok Mewlana Xalid Mela Yehayayê Mizûrî Mela Xelîlê Sêrtî Şêx Evdilqadirê Gêlanî Hecî Fetahê Hezroyî Şêx Mihemedê Hadî Şêx Evdirehmanê Taxê Nalî Şêx Riza Hecî Qadirê Goyî Şêx Nûredînê Şêx Mihemed Can Evrirehmanê Axtepî Şêx Eskeri Şêx Hesenê Nûranî Şêx Mihemed Kerbela Elî Teremaxî Mela Ûnisê Erqetînî Melayê Erwasê Kitêbeke Hisabî"@ku . "Programa Partiya Karkerên Kurdistanê, ango Bernameya Partiya Karkerên Kurdistanê, bernameya siyasî ya PKK'yê ya ku di pêncemîn kongreya PKK'yê ya 8-27'ê rêbendana 1995'an hat pejirandin. Bernameya pêşîn a vê partiya siyasî di sala 1978'an de hatibû qebûlkirin[çavkanî pêwîst e]."@ku . "Dîrok an jî mêjû, vekolîna zanistî ya bûyer û rewşên siyasî, aborî û civakî yên demên borî ye. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in."@ku . "Microsoft yek ji şirketên Navneteweyî yên herî mezin li dinyayê ye. Ev şirket di warê teknolociyaya kompyoterê dixebitit û hersal bihayê zêdetir ji 44.28 hezar milyon (bilyon) Dolarên Emrîkî berhemên corane li seranserî cîhanê difroşit û heta heyva Xêveya (Hizîrana) 2006ê zêdetir ji 71,553 karmendan li 102 welat û herêmên cîhanê hebûn. Berhemên Microsoftê berî her tiştî bernameyên ji bo kompyoteran in. Berhemên Microsoft yên herî bi nav û deng sîstemên xebitandinê DOS û Microsoft Windows û bernameya karûbarên nivîsandinê Word in. Sazumankar û xwediye Microsoftê Bill Gates e."@ku . "Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizîrî ziyaretgeh e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin."@ku . "Ehmedê Xanî (z. 1650 - m. 1707) wekî Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e."@ku . "Rohat Alakom (z. 13'ê gulanê, 1955 Qebaqom, Kaxizman) nivîskarekî kurd e."@ku . "Rojnamewan û nuştox Munzur Çem 1947 de dewa Kêxî (Cêxî) Qurze de ameyo dinya. Mektebo verên dewa Kêxî Seter de, mektebê mîyanên Qeza Dêrsimî Nazimiya de wend. 1969 de Kolejê Sihhetî yê Dîyarbekirî (Diyarbakır Sağlık Koleji), 1971 de kî Mektebê Îqdîsadî û Ticarî yo Berz yê Anqara qedêna.Munzur Çem, 1970 ra bi nika yew het ra meqale, roman û hîkaye nusneno, heto bîn ra kî, sanikî û kilamê ke mîyanê şarî de vajîyênê, înan dano arê, ano pêser. Meqaleyê ey ekonomî, polîtîka û kulturî ser o yê. Heto bîn ra îmla û gramerê kirmanckî ser o kî xeylê xebetîyayo.Tayê semedan ra mecbûr mendo ke nuşteyanê xo bi nameyanê cîya-cîyayan binuso. Tayê îmzayê ke hetanî nika pê nuşto nê yê: H. Toprak, A. Taş, M. Çem, B. Şilan, S. Dilan, Mirzali Çimen û ê bini. Cîya-ciya tayê meseleyan ser o broşurê Munzur Çemî kî estê. Meqaleyî, lawikî, şanikê arêkerdeyî û hîkayeyî, hetanî ewro xeylê kovar û rojnameyan de vejîyayê û hema kî vejînê. Grûba ke çend serrî yo îmla û gramerê kirmanckî ser o gureyena (xebetêna) û Swêd de kovara Vate weşanena, Munzur Çem înan ra yew o. Nuştox naye de temsîlkarê na kovare yê Almanya yo, rojnameya hewteyî Roja Teze de, 15 rojan ra reyê kirmanckî meqaleyan nusneno.Heto bîn ra M. Çem xebatkarêde heqanê merdîman (mordeman) o. Kurdistan û Tirkiya de rewşa (halê) heqanê merdîman ser o xeylê xebetîyayo.Munzur Çem, sazkerdoxanê Kurd-PEN ra yew o (ju yo)."@ku . "Smaîlê Beyazîdî yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e. Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan:“Melayê Jaba di heqê Şeref-Xan de gotiye: »Şairê heftê Şeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eşhar û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û şêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e« . Me ev Şeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Şerefnamê Mîr Şeref e, mîr Şeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu şihrên wî bi kurdmancî ne dîtine.”Klasîkên kurdî"@ku . "Siyehpûş an Siyahpoş yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e. Helbestvanê kurmancînivîs ê herî pêşî yê li navçeya Silîvan Siyehpûş e. Di nav gel de ji ber karakterê Kurmanciya Silîvkî jê re Siyapoş an Siyahpoş jî dibêjin ku bi Farisî bi maneya reşpêçayî, reşgirêdayî, reş li xwe kirî ye. Heye ku ew bi xwe jî ji bona lihevkirina beşavendan (qafiye) carina Siyehpûş û carina jî Siyahpoş bi kar anîbe.Li gora agahdariyên ku muderis Mele Hadî efendî dide me, “Siyehpûş berî ku were Silîvan li gelek cîhan geriyaye; li ba aliman, li ba mîrekan û hwd. Pêşi tê Hekkariya, dû re dibihîze ku alim û mîrekên mezin li Farqînê hene, ew jî tê Farqînê. Li gor texmînan 20-25 saliya xwe da hatiye Silîvan. Demek dirêj li Kurbeytê dimîne û li wê derê meletiya gund dike. Di helbestên wî de, di wêjeya wî de, mirov dizane ku Siyehpûş alimekî mezin e.” Li gora ramana wî Siyehpûş 137 sal berê di 1868 de hatiye Silîvan.Li Silîvan danûstandina wî bêtir bi Ferhoyê Izêr axa re çêdibe. Ferho (Ferhan) axa bi mêraniya xwe bi nav û deng bû. Qesra Ferho li Kevanê Kêrê (Qêre) ser pozê Kanîgulanê bû. Di şerê berxwedana xwe ya li dijî Osmaniyan a sefera ser Kurdistanê de têkçû, hate qefaltin û li qazox xistin. Ferho axa rojek ji Siyehpûş dipirse, dibêje “Siyapoş rast bêje ez yekî çawan im?” Siyehpûş di ber xwe de dibişire, bersîv nadê. Ferho axa cara dudiyan jê dipirse. Hingê Siyehpûş dibêjê “Axayê min xweş axa ye, lê qûna wî qûna qazoxa ye.” Mixabin ku paşiyê jî wek wî dertê. Ev gotina wî hê jî di nav zanyarên dînî yên Silîvan de digere. Di pey de Siyehpûş diçe Bexdayê.Siyehpûş di nav mela û xwendayên medresê yên Silîvan de naskirî û hezkirî ye; xezel û perçe şi’rên wî ji ber tên zanîn û xwendin. Dastana wî ya bi navê Seyf ul-mulûk di nav melayan de tê zanîn. Nusxeyek jê li ba meleyek ku dinasim hebû, lê ji bona dîtina wê mêrik doza zêran dikir. Bi qasî ji zimanê wî yê di Seyf ul-mulûk û hin helbestên wî têdigihêm; zaravayê wî ji kurmanciya Botan-Badînan-Hekarê bêtir li ser ya xeta Silîvan û Îranê, li gelek ciyan jî bi terkîb û telafuzê ji Kurdî bêtir li ser Farisî diçe. Kurmanciya wî fereh e, felsefeya wî ya tesewiya îslamî û kûr e, zanîna wî ya gelemper bilind e, hunermendiya wî ya şi’r û edebiyatê bi hêz e.Çîroka Seyf ul-mulûk wek Leyla û Mecnûn an Ûsiv û Zuleyxa çîrokek erebî ye, li ser serpêhatiya çûyîna Seyf ul-mulûk a Serendîbê (adaka ku Adem cara pêşî ji bihiştê hatiye û lê danîye). Siyehpûş ew çîrok bi kurmancî û bi nezim nivîsiye ku li gelek ciyan meriv xwe di serpêhatiyên di çîrokên hezar û yek şevê de hîs dike. Bi teşeyê mesnewî û di navberan de jî bi xezelan xemilandî ye. Xezelê wî yên serbixwe jî heneM. Reşît IRGAT pirtûkek piçûk ji “çend xezel û helbest”ên wî pêkhatî di nav weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê