# started 2014-09-02T08:16:21Z "Mafên Mirovan mafên gerdûnî ên mirovan in, bê liberçavgirtina sîstema dadwerî an hokarên dî ên mîna qewmiyet, netewe, dîn an bawerî.Hizra mafên mirovan ji têgeha felsefî a mafên xweriskî hatiye. Hindek bawerin ko ji xwe mafên mirovan û mafên xweriskî her yek in û çi cidadî di navbera wan da nîne, lê hidek jî bi awayekê eşkira cidatiyê diêxin nav wan da."@ku . "Huner, bi awayekî estetîkî û bi şeklên (awayên) cihêreng, îfadekirina hest, raman, pêşnûma an jî spehîtiyekê (delalî) ye. Bi awayekî cihêreng şekildan û dîmendarkirina yên spehî (delal) ye. Çand Fîlm / Sînema Muzîk Şano Wêje Wênesazî Xêzik"@ku . "Melayê Batê, Mela Hisênê Bateyî (z. 1417 − m. 1491) nivîskarekî klasîk ê kurd bû. Navê Melayê Bateyî yê rastîn Husên e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandın ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine."@ku . "Dîrok an jî mêjû, vekolîna zanistî ya bûyer û rewşên siyasî, aborî û civakî yên demên borî ye. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in."@ku . "Microsoft yek ji şirketên Navneteweyî yên herî mezin li dinyayê ye. Ev şirket di warê teknolociyaya kompyoterê dixebitit û hersal bihayê zêdetir ji 44.28 hezar milyon (bilyon) Dolarên Emrîkî berhemên corane li seranserî cîhanê difroşit û heta heyva Xêveya (Hizîrana) 2006ê zêdetir ji 71,553 karmendan li 102 welat û herêmên cîhanê hebûn. Berhemên Microsoftê berî her tiştî bernameyên ji bo kompyoteran in."@ku . "Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizîrî ziyaretgeh e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin."@ku . "Ehmedê Xanî (z. 1650 - m. 1707) wekî Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e."@ku . "Rohat Alakom (z. 13'ê gulanê, 1955 Qebaqom, Kaxizman) nivîskarekî kurd e."@ku . "Windows (bi inglîzî şibake), sîstemeke xebitandinê ya komputer e. Ji ber ku qutuyên wekî şibake bi kar tîne, navê wê 'Windows' bû. Numuneya sîstemeke bê şibakeyê DOS e.Wîndows berhemek şirketê Microsoft e.Reqebetkarek ji bo Windows sîstema Linux e.Microsoft Windows ne nivîsbariya azad e."@ku . "Dîroka Kurdistanê, destpêka wê, diçê hate deme Sumeriyan û hwd. Piştî Sumeriyan re, deme Babil û Aqadiyan û pişt wê re deme duyemin ya Sumeriyan li ber Diclê û Firatê dijî. Piştî wan deman re, birêzê li dûv hevdû, demên Urî, Hûrî û Mîtaniyan, Gûtî û Naîriyan dtêne jîn kirin. Piştî deme Naîriyan re, wê dem, were deme Mediya û ji wê demê jî wê were piştî zayînê dema Şadadiyan, Merwaniyan û deme Eyûbiyan û hwd."@ku . "Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji aliye Neteweyên Yekbûyî di 10'ê berfanbara 1948'an de hate pejirandin. Ev danezan bû belgeyeke bingehîn ji bo tekoşîna mafên mirovan di hemû cîhan da."@ku . "e-Pirtûk: (eBook, eBooks, e-books, Ebooks...) dikare versiyona dîjîtal ya pirtûkeka liserkaxezêweşandî yan her pirtûkeka bi awayekê dîjîtal û multîmedîal amadekirî be. Herwiha ew dikare aparateka xwendina pirtûkên elektronîk be: wekî Rocket eBook yan Pocket PC.Çend Formatên ji bo e-pirtûkan \"LIT\", PDF û RB ne.POD (Print on demand): Çapa li ser daxwazê, Print on demand, awayekê nû yê weşandina ePirtûkan e."@ku . "Elî Herîrî (anku, 'Elî Herîrî an jî E'lî Herîrî (1009/10-1077/78) nivîskarekî klasîk ê kurd e. Li gor rojhilatnas û kurdologê rus Alexander Jaba Elî Herîrî di sala 400'î ya koçî (1009/1010'ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye. Elî Herîrî bêgoman yek ji helbestvanên pêşî yê kurmancî ye."@ku . "William \"Bill\" Henry Gates III [ˈwɪljəm bɪl ˈhɛnɹɪ geɪts] li 28'ê kewçêrê 1955an li bajêrê Seattle li wilayetê Washingtonê hatiye ser dinyayê. Ew tev-hîmdaner, serok, kevne mezin-endazyarê nermamrazan yê şîrketa Microsoftê e. Her wiha, ew damezrînerê şîrketa Corbis ya arşîvkirina wîneyên dîgîtalî e. Li goreyê lîsteya Bilyonerên Cîhanê ya Kovara Forbesê, Gates zilamê herî dewlemend ê cîhanê li van 12 salên bihurî ye."@ku . "Ziman awayê gotin û ragîhandina di navbera mirovan de ye."@ku . "Cegerxwîn bi navê xwe yê fermî Şêxmûs Hesen (z. 1903 li gundê Hesarê, Kercos − m. 22'ê kewçêrê 1984'an li Stockholmê), yek ji helbestvanên herî mezin yên gelê kurd e."@ku . "Microsoft Reader programa belaş ya Microsoftê ye û ji bo xwendina e-pirtûkan e. Microsoft Reader di kompûterên PC û Pocket PC de dixebite. Ev program teknîka ClearType bi kar tîne da mirov bikare di ekranên LCD de e-Pirtûkan bi rehetî bixwîne.Fontên ku Microsoft Reader bi kar tîne ev in: Berling Antiqua Frutiger Linotype Lucida Sans Typewriter"@ku . "Feqiyê Teyran (1307-1375, 1302-1375, 1590−1660) yek ji helbestvanên kurd yên mezin û klasîk e."@ku . "Kurmancî an kurmanciya jorîn yek ji zaravayên zimanê kurdî ye.Zaravayê kurmancî zaravayê kurdî yê ku herî zêde tê bikaranîn e. Zaravayê kurmancî li beşeke mezin ji bakurê Kurdistanê, li başûr rojavayê Kurdistanê, li bakurê Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê), li bakurê rojhilatê Kurdistanê, li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav Kurdên Qafqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyazporayê (Ewropa) pê tê axaftin."@ku . "Sedam Huseyn Ebdelmecîd el-Tikrîtî an bi kurdtasî Sedam Huseyn (bi erebî: صدام حسين عبد المجيد التكريتي, Ṣaddām Ḥusayn ʿAbd al-Majīd al-Tikrītī) di sala 1937'an de li bajarê Tikrîtê ji malbateke xizan hate dinê.Piştî mirina bavê xwe, ji aliyê dayika xwe û hizmên xwe ve hate mezin kirin. Sedam di ciwaniya xwe de beşdarî nava refên Partiya Ba'sê bû. Ba's wê demê li hemberî emperyalizmê derdiket û azadî û serxwebûna netewî diparast [çavkanî pêwîst e]."@ku . "Partiya Karkerên Kurdistanê yan jî bi kurtî PKK (Pêkêkê), di 27'ê sermawezê 1978'an de li gundê Fîs (Lîce/Amed) bi beşdarbûna 23 kesî kongreya damezirandinê pêk anî. PKK wekî partiyeke marksîst-lenînîst hat damezrandin. Navê PKK'ê ji aliyê Ferhat Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin. Sekreterê giştî (piştre seroke giştî) yê PKK'ê Abdullah Öcalan bû. Niha (2012) rêvebertiya PKK'ê Mirad (Murat) Karayilan dike[çavkanî pêwîst e]."@ku . "Mehmûd Baksî (bi tirkî: Mahmut Baksi) (z. 16'ê rezberê, 1944 - m. 19'ê berfanbarê, 2000) nivîskarekî kurd bû.Mehmûd Baksî, di sala 1944'an de li gundê Suphiyê ku bi ser Hezoya Batmanê (bi tirkî: Kozluk) ve ye, hatiye dinyayê. Berî ku xwendina xwe ya li Dibistana Mamostetiye a Dicle xelas bike, wî dev ji karê xwendinê berda. Di sala 1967an de cara pêşî li Batmanê di rojnameya Batman Gazetesi (Rojnameya Batmanê) de dest bi karê rojnamegeriyê kir."@ku . "Rojnameya Kurdistan, yekemîn rojnameya bi kurdî ye.Rojnameya Kurdistan di 22’yê avrêla sala 1898'an de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê, li paytexta Misirê dest bi weşana xwe kiriye. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistan îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî û herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke destpêka rojnamegeriya kurdî tê qebûl û pîroz kirin."@ku . "Mazlum Dogan (z. 1955 li Depê gundê Temanê − m. 21'ê adarê 1982 li Amedê) ji kadroyên sereke yê PKK'ê û di heman demê de Endamê Komîta navendî ya PKK'ê ye.Mazlum Dogan, di sala 1955'an de li gundê Teman navçeya Depa Xarpêtê hate dinê. Piştî ku dibistana mamosteyan ya Balikesirê qedand, di sala 1974'ê de li Zanîngeha Hacettepeyê xwe di Beşa Aboriyê de qeyd kir. Di dawita salên 1976'an de dibistanê terikand û di nava endamên sereke yên yekemîn ên PKK'ê de cîh girt."@ku . "Zazakî (yan jî dimilî, kirdkî, kirmanckî) yek ji zaravayên kurdî ye.Li gorî hin fîlologên rojavayî dimilkî ne zarava, lê zimanekî kurdî ye. Ango li gorî wan her zaraveyekî kurdî bi serê xwe zimanekî serbixwe ye û mirov ji bo zimanê kurdî divê bêje zimanên kurdî."@ku . "Firat Cewerî nivîskarekî kurd e.Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzî Mêrdînê hatiye dinyayê. Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bicih bû, li 80an koçî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzî deh kitêban nivîsîne û deh–donzdeh kitêb jî wergerandine zimanê kurdî. Herwesa kitêbên wî jî jibo zimanên dî hatine wergerandin."@ku . "Zimanê kurdî, zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê sereke yê piraniya kurdan ev ziman e. Çend zaravayên kurdî hene; kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin."@ku . "Mem û Zîn an jî Memozîn pirtûka herî girîng ya Ehmedê Xanî ye. Tê de esqa mezin nav Mem û Zîn tê îfadekirin.Destana kurd ya neteweyî \"Mem û Zîn\", bi sedsalan di nav gelê kurd de bi devkî û bi destnivîskî jiyaye. Pasê gelek caran hatiye çapkirin."@ku . "Antropolojî yan mirovnasî yan jî mirovzanî (ji yewnanî: ἄνθρωπος, ánthropos: mirov; -λογία logía yan logos: zanist) zanista mirovan e. Antropolojî li ser çêbûn, pêşketin û qanûnên guhertinê yên fizîkî yên çandên mirovan û nijadên mirovan lêkolînan dike. Di navbera xwe de bi du beşan tê veqetandin."@ku . "Civaknasî an jî sosyolojî şaxekî zanistê ye li ser civakê, zanîna li ser civaka mirovatî, li ser rûdan û peywendeyên civakî ye."@ku . "Linux (wekî Lînuks tê gotin) pergala xebatê ya kompûter'ê ye. Sembola Linux'ê pengûenek bi navê Tux e."@ku . "Swêd (bi swêdî: Sverige) an jî Keyatiya Swêdê (bi swêdî: Konungariket Sverige) welatek li bakûrê Ewropayê ye. Tixûbên wî digihên Norwêc, Fînlenda û Danîmarka. Li Swêdê gelek kurd dijîn. Serbajarê Swêdê Stokholm e."@ku . "Televîzyon teknolojiyek ji bo qeydkirin, şandin, di ciyeke din de pejirandin û dîsa nişan dan wêne û dengan e."@ku . "Mezopotamya navê welatê nav çeman Ferat û Dicle ye. Mezopotamya bi zimanê yewnanî tê wateyê nav dû çeman. Navê Mezopotamya bi zimanê farsî Miyanrudan û bi zimanê arami (suryanî) Beth Nahrin e. Kurdistan jî di bakûrê Mezopotamyayê de tê dîtin.Di dîrokê de li Mezopotamyayê ya kevn împeratoriyên Sumer, Akad, Babîl, Asûran û Îranan hebûn."@ku . "Wêjeya Kurdî, wêje ya ku ji berhemên bi Zimanê Kurdî hatine nivîsandin pêk tê ye. Wêjeya Kurdî, bi zaravayên Goranî, Dimilî, Hewramî, Kurmancî, Soranî û hwd hatîya nivîsandin. Bi zaravayên kurdî yên din jî wêjeya kurdî hatîya nivîsandin. Di roja me de, wêjeya kurdî, ji nû ve xwe di afirêne. Lê ku mirov li dîroka wê dinerê, ji dema sûmerîyan ve heta ku tê dema Gûtî û hwd û ji wê demê jî, heta ku tê dema ku misilmanetî derdikeve heya."@ku . "Wîkîpediya (bi îngilîzî: Wikipedia) ensîklopediyeke azad bi rengê wîkî ye. Projeyeke vekirî ye, her kes dikare tevlê bibe. Wikipedia lasher dasti Wikimedia ya. Wîkîpediya projeyeke navnetewî û bi 253 zimanan ye. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û tiştekî lê zêde bike. Xweqeydkirin ne pêwîst e. Bi tevkariyên kesan ji hemû dinyayê komkirina zanîna mirovahiyê pêk tê.Wîkîpediyaya herî mezin ya îngilîzî ye, tê de ji 3.568.534î zêdetir gotar hene."@ku . "Nivîskarê kurd Helîm Yûsiv di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. Wî